Azad (rapvan): Cudahiya di navbera guhartoyan de
B îy → iy |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 217: | Rêz 217: | ||
[[als:Azad]] |
[[als:Azad]] |
||
[[de:Azad (Rapper)]] |
[[de:Azad (Rapper)]] |
||
[[en: |
[[en:Azad (rapper)]] |
||
[[fa:آزاد آزادپور]] |
[[fa:آزاد آزادپور]] |
||
[[fi:Azad]] |
[[fi:Azad]] |
Guhartoya 17:56, 19 îlon 2011
Azad (* 24.11 1974 li Sine, Rojhilatê Kurdistanê) bi navê Azad Azadpûr ji dayîk bûye. Azad rapvanekî elmane, kû bi eslê xwe Kurde. Azad navê „Der Bozz“ jî bernav dibê. Berê bernavê wî yê hûnermendî "Azazîn" bû. Azad li Frankfurt am Main nêzî Ginnheim dijî.
Biografî
Azad weke kurdekê penaber bi malbata xwere hate Elmanya. Di sala 1984’anda cara yekemîn têkiliya wî bi çanda Hip-Hopê re çêbû. Têkiliyên Azad bi her çar şaxên çanda Hip Hop'pê çêbûn. Pêşî bi Breakdanceêre, paşê pêşketinên wî di şaxê Graffiti'yêde , di şaxê Rap'pêde û di şaxê Beatboxing'gêde çêbûn. Herwiha di prodûsîyona mûzîkêde jî pêşketinên wî çêbûn. Ligel A-Bomb, Combad û D-Flamedi sala 1988’anda koma Cold-N-Locco damezrand, kû di 1990 bi navê Asiatic Warriors hat gûhartin. Kom bi bi stranê xwe yên as/req, kû bi zimanê elmanî-, ingilîzî- û kurdiyê rap'pê digotin zû li heremê hat naskirin. Sala 1994 komê berhemek bi navê „Told Ya!“ weşand, û bi vê gavê kom li derveyî herema xwe jî hat naskirin. Di nav salên derbasbûyîde cûdabûn mezin ketin navbera hûnermendande, û bi vî awayî kom feşkilî. Sala 1999 Azad peymanek bi produksîyona 3P ango Pelham Power Productionsre şanenav (îmze) kir.
Pêşveçûn
- Bi derxistina sîngila Napalm di sala 2000 Azad vegera xwe ya li ser sehnê parast.
- Di sala 2001’ande, Azad berhema solo xwe ya yekemîn bi navê ”Leben” (Jîyan) pêşkeş kir. Azad berhema xwe, komple bi serê xwe amade kir û ciyê xwe li hûnera hiphopa elman girt.
- Sala 2003’ande Azad berheme xwe ya duyemîn bi navê, Faust des Nordwestens (kûlma bakûrrojava) weşand.
- Sala 2004’ande Azad weşanxana bi navê ”Bozz Music” damezrand. Di bin peymana Bozz Music’ê de hûnermendên weke grûpa Warheit (Sezai, Jeyz, Chaker û Azad bixwe), rapperê Jonesmann, Yassir û Sti hebûn. Di heman salêde, skandalek li Hip-Hop-Open’a Stuttgart çêbû. Piştî pevçûna Azad bi Rappere Sido’re (kû gotin’nên giran derheqê dayîka Azad’de gotibûn), sivik birîndar bû. Ev cara yekemîn bû kû di dîroka Hip Hop’a elmande (Ser-erdî - Overground), pevçûnek bi wî awayî çêbûbû. Vê bûyerê, gelekî bala çapemeniyê kişand ser xwe, û navê Azad li gelek derande derbas bû. Di heman salêde Azad berhemek nû bi navê ”Der Bozz” (Serdar) berhev kir û weşand. Berhemê cihe xwe di nav Top-10’hêde li chart’a elmanîde girt.
- Sala 2005’an Azad serkeftinek mezin bi berhama ”One” (Yek) a kû ligel rapvanê Kool Savas’re bi dest xist. Bi vê berhemê, wan cihe xwe li Top-5’ca chart’a elmanîde girt.
- Sala 2006’ande Azad berhemek bi navê ”Game over” (lehîstok xilas) weşand. Bi vê berhemê Azad kete rêza 8’emîn li chart’a elmanî.
- Sala 2007’ande Azad bi strana “Ich Glaub An Dich” (baweriya min bi te heye) kû marşa rêzefîlma RTL Prison Break, ligel Adel Tawil, kete rêza yekemîn li charta sîngilen elmande. Bi vê serkeftina mezin Azad statûsa zêr sitand. Ev singila wî xwe 150.000 carî firoşt. Azad bû yekemîn rapperê elman kû gihiştî vê amancê. Di heman salêde, Azad berhemek bi nave “Blockschrift” (nivîsîna gir) weşand.
- Di sala 2009’ande, Azad berhema "Azphalt Inferno" (azfalt inferno) weşand û herwiha pêşnûmeyên (proje) xweyê nû jî ji bo sala 2009 dîyar kir.
Azad û Kurdayetî
Azad qet eslê xwe mandel (înkar) nekirîye û her dem bi Kurdbûyîna xwe, bi awayekê serbilind xwe pêşwazî kirîye. Herwiha Azad yekemîn rapvanê kûrdîye. Di sala 1994'ande Azad di strana "Life's a fight" (Jiyan şere) di berhama "Told Ya!"'de bi zaravê soranî strand. Di salên pêşde jî çend caran qala Kurdbûyîna xwe di berhemên xwe yên cûrbecûr kir. Di sala 2001'anda di berhama "Leben" (Jîyan) ligel hozan Nasir Rezazî stranek bi navê "Freiheit" (Azadî) çêkir. Di heman salêde Azad beşdarî festîvala peytexta Kurdistanê Amedê jî bû, û ligel dengbêjekî amediyê kal, çend stran bi hevre gotin. Di sala 2006'anda di berhama "Game Over" (Leyîstok Xilas) vêcarê ligel hozan mezin Şivan Perwer'e stranek bi navê "Stadtfalke" (Bazê bajar) çêkir. Di hevpeyvînên xwede jî Azad her dem dibêjê kû ew ji erka (rol) xwe hişyarê di wata kurdîtîyêde ji bo ciwanên kurdan1.
Dîskografî
Albûm
Sal | Albûm |
---|---|
2001 | Leben |
2003 | Faust des NordWestens |
2004 | Der Bozz |
2006 | Game Over |
2007 | Blockschrift |
2009 | Assassin |
Albûmên Mix (Tevlîhev)
Sal | Albûm |
---|---|
2003 | Faust Des Nordwestens Tour Tape |
2006 | Der Bozz (Sti Remix) |
2009 | Azphalt Inferno I |
2010 | Azphalt Inferno II |
Albûmên Ligel Komê
Sal | Albûm | Kom | Endam |
---|---|---|---|
1994 | Told Ya | Asiatic Wariors | Azad, D-Flame, Combad, A-Bomb |
1997 | Strength | Asiatic Wariors | Azad, D-Flame, Combad, A-Bomb |
2003 | Mix Tape | Warheit | Azad, Jeyz, Sezai, Chakar |
2005 | One | ONE | Azad, Kool Savas |
2007 | Betonklassik | Warheit | Azad, Jeyz, Sezai, Chakar |
Sîngil
Sal | Nav | Ligel |
---|---|---|
2000 | Napalm | |
2001 | Gegen den Strom | |
2001 | Leben | |
2003 | A | |
2004 | Phoenix | |
2004 | Kopf Hoch | Jonesmann |
2006 | Alarm | |
2006 | Eines Tages | Cassandra Steen |
2007 | Ich Glaub An Dich | Adil Tawil |
2008 | Alles Lügen/Ghettobass | |
2008 | Zeit zu Verstehen | Gentlemann |
2009 | Liberation Time | Capleton |
2009 | Klagelied/Wie Lang | Tino Oac |
2010 | Fuck Tha Police | Godsilla & Navigator |
2010 | Fly Away/Immer Wenn Es Regnet | Kool Savas |
Sîngilên Ligel Komê
Sal | Nav | Kom | Endam |
---|---|---|---|
2005 | Monstershit | ONE | Azad, Kool Savas |
2005 | All 4 One | ONE | Azad, Kool Savas |
2005 | Guck My Man | ONE | Azad, Kool Savas |
2007 | Hölle auf Erden | Warheit | Azad, Jeyz, Sezai, Chakar |
Mêhvan
- 2005 - Signal (J-Luv feat. Azad)
- 2005 - Locked Up (Akon feat. Azad)
- 2006 - 2 Kaiser (Seryoga feat. Azad)
- 2008 - On Top (Kool Savas feat. Azad)
- 2010 - Immer wenn ich Rhyme (Kool Savas feat. Azad, Olli Banjo & Moe Mitchel)