[go: nahoru, domu]

Here naverokê

Gotûbêja bikarhêner:Penaber49

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Arşîv
Arşîv 1 Arşîv 2

Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî!

[çavkaniyê biguhêre]

--MikaelF (gotûbêj) 19:22, 17 adar 2020 (UTC)[bersiv bide]

Komun an şaredarî

[çavkaniyê biguhêre]

Silav bira. Kategorî:Komunên parêzgeha Alessandriayê li ser en.wîkiyê wekî en:Category:Municipalities of the Province of Alessandria hatine qeydkirin loma ez dibêjim em jî bar bikin Kategorî:Şaredariyên parêzgeha Alessandriayê. Dibe? --Balyozxane (gotûbêj). 18:50, 17 hezîran 2024 (UTC)[bersiv bide]

Dibe bira wek ku dibêjî êdî baştir e.Penaber49 (gotûbêj) 18:51, 17 hezîran 2024 (UTC)[bersiv bide]

Translation request

[çavkaniyê biguhêre]

Hello, Penaber49.

Can you translate and upload the articles en:1668 Shandong earthquake (the deadliest earthquake in the 17th century and the most powerful earthquake in East China) and en:1976 Tangshan earthquake (the second deadliest earthquake in history and the deadliest earthquake in the 20th century) in Kurdish Wikipedia?

Yours sincerely, Oirattas (gotûbêj) 17:11, 21 tîrmeh 2024 (UTC)[bersiv bide]

Hello Oirattas, Thank you for your suggestions. There are a few article lists that I want to complete right now. When I finish these, I will translate them as soon as possible. Penaber49 (gotûbêj) 17:33, 21 tîrmeh 2024 (UTC)[bersiv bide]
I understand. Thank you for the reply. Oirattas (gotûbêj) 18:02, 21 tîrmeh 2024 (UTC)[bersiv bide]

Çalakvan û aktîvîst

[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalê @Penaber49 Li gorî min guhertina sernavê kategoriya Çalakvanên kurd wek Aktîvîstên kurd ne lazim bû . Li gorî te sedem ew bû ku wateya çalakvan û aktîvîst cuda ne . Ferhenga min a D. Îzolî wek PDF heye . Li gorî vê ferhengê yek ji wateyên peyva çalak aktîv (aktîf) e . Li gorî ferhenga 2 bergî (Kurdî -Almanî , Almanî -Kurdî) ya Amîrxan yek ji wateyên peyva çalakvan aktîvîst e. Lî gorî sepana O-ferhengçalakvan tê wateya aktivist û eylemci. Herdu hemwate ne . Merheba @MikaelF, @Ghybu , @Balyozxane@Gomada, @Biyolojiyabikurdi hûn li ser vê çawa difikirin  ? Avestaboy (gotûbêj) 16:01, 17 tebax 2024 (UTC)[bersiv bide]

Silav Avestaboy, aktîvîst û çalakvan heman wate hilnagirin. Dibe ku li hinek ferhengan heman peyv bê bikaranîn lê divê mirov hinek li gorî wateyên rastîn bifikire. Li gorî wateya peyvê aktîvîst ev kesên ku ji bo karên xêrxwazî yan jî dilxwazî de xebatan dimeşînin. Çalakvan bi hevwateya tirkî eylem yan eylemci, yanî kesên ku li kolanan ji bo tiştekî meş lidardixe an jî di tevgerê de ye. Wek mînak saziyên medyayê ya kurdî ji hinek şêwazên şer re dibêje çalakî. Ez di vê fikrê de me divê em ji kesên aktivîstre nebijên çalakvan. Çalakvan ew kesin ku ji bo armanceke bi awayekê fizîkî di tevgerê de ye. Penaber49 (gotûbêj) 16:20, 17 tebax 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49@MikaelF
Kesê ku ji bo tiştek li ser kolanê dimeşe xwepêşandêr (protester, gösterici) ye . Heke ez şaş nebim eylemci û aktivist bi tirkî hemwate ne . Yek peyveke xwemalî û yek jî peyveke latînî ye . Avestaboy (gotûbêj) 18:45, 17 tebax 2024 (UTC)[bersiv bide]
Silav Avestaboy, di zimanê tirkî rasterast peyveke ku peyva aktivîst rave bike tineye. Eylem ji kesên ku ji bo tişteke ketiye tevgerê dibêjin. Li vir pirsgirêk ne peyv e ravekirina peyvê ye. Ez wiha difikirim dema ku em ji kesên aktivîstre bêjin çalakvan ew kes bi çi awayê çalak e nayê fem kirin. Di nav ravekirina çalakiyê de kesên xwepêşandan, kesên şervan û kesên ku di warê tiştek de aktîve yanî gelek tişt di nav yek peyvek de kom dibe. Dema ku em bêjin aktivîst ew dem mirov dizane ku ev kes rasterast ji bo tiştekî têkoşîn dike. Penaber49 (gotûbêj) 19:02, 17 tebax 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy, @Penaber49, @Balyozxane: Xuya ye ku di gelek malperên kurdî de û nemaze li ser înternetê peyvên aktîvîst, çalakvan û çalakdar wek hevmane tên bikaranîn; çalakvanên siyasî, jineçalakvaneke alman, aktîvîstên siyasî, çalakdarên parastina xwezayê, çalakdarên çanda kurdî û hwd. Di şûna aktîvîst, çalakvan û çalakdar de mirov dikare "endamên çalak, kesên çalak, mirovên çalak, kurdên çalak, jinên çalak"... jî binivîse. MikaelF (gotûbêj) 10:22, 18 tebax 2024 (UTC)[bersiv bide]
Silav MîkaelF, divê em yek naveke standard bikarbînin. Çalakvan an aktivîst her du jî pak e. Navê din dibe ku tevlîhevî çêbike. Penaber49 (gotûbêj) 12:54, 18 tebax 2024 (UTC)[bersiv bide]
Silav, dibe ku ez çewt bim, lê ez îro aktîvîst, çalakdar (çalakvan?) û neberdkar wek hevmane dibînim. Silavên germ. MikaelF (gotûbêj) 17:59, 17 tebax 2024 (UTC)[bersiv bide]
Silav Avestaboy min çend caran ceriband ku ez navê kategoriyê vegerînim navê berê lê xeta dide nîşan. Ev çawa tê sererastkirin? Penaber49 (gotûbêj) 09:17, 18 tebax 2024 (UTC)[bersiv bide]

Bot ji bo gund û bajaran

[çavkaniyê biguhêre]

Silav kek @Penaber49, tu cawa yî? Min dît ku tu hinek "bot" bikar tînî ji bo cêkirina gotarên li ser gund û bajarên welatên cûda. Ez jî dixwazim fêr bibim û bi vî rengî Wîkîpediya kurdî zengîntir bikim. Gelo tu dikarî li ser vê mijarê alîkar bî? Ti Template hene ku ez yek bi yek copy-paste bikim û bidim xebitandin? :P Silav û rêz ji te re. Ferrus (gotûbêj) 09:01, 20 tebax 2024 (UTC)[bersiv bide]

Silav Ferrus, spas dikim baş im. Min rasterast botan bikar neaniye. Tenê ji bo girêdana navzimanî bota Balyozxena heye ew jî bi awayekê otomatîk dixebite. Wek mînak çêkirina gotarên Komunên Ewropayê ji çend xebatan pêk tê. Pêşî lîsteya gotaran (li ser wîkîpediya îngilîzî heye) bê çêkirin û piştre jî li gorî agahiyên komunê (parêzgeh, herêm, welat û hwd..) bê nivîsandin û paşê bi şablonên ku navan bi awayekê otomatîk bicih dike mînaka temamî tê amadekirin. Ji bo bi dehan gotar tê çêkirin ji bo xeletî çênebe divê mirov bi caran naveroka çêkirî kontrol bike.
Ji ber ku şablon lê bê nivîsandin hinek naverok winda dibin mînakek heyî hesaba Instagramê ku ez birêve dibim tu li wir heyî ji te re dişînim. Penaber49 (gotûbêj) 09:50, 20 tebax 2024 (UTC)[bersiv bide]
Peyama te yê Instagramê girtî ye. ji kerema xwe ku dikarî veke an jî li vir e-maîl a xwe binivîse. Penaber49 (gotûbêj) 09:55, 20 tebax 2024 (UTC)[bersiv bide]
Êvara te bi xêr, spas ji bo bersiva te. Tu dikarî li ser Instagramê ji min re bişînî, hesaba min ev e: ferrus63 Ferrus (gotûbêj) 20:29, 20 tebax 2024 (UTC)[bersiv bide]