Tirşîn
Tirşîn, tirşî awayekê parastina sebze û fêkiyan e. Di pêjgeha kurd de cihekê wê yê girîng heye. Li Asya û Ewropayê gelek cureyên wê tên xwarin. Ji kurdan derbasê tirkan jî bûye ku bi tirkî dibêjin turşu.
Sebze û fêkî di nava şoriyê de tên sekinandin û ev rêbaza han mejûyê bikaranînê dirêj dike. Ji demên pirr berê ve ev teknîk hatiye bikaranîn ku mirov bikaribin zivistanê jî fêkî û sebzeyan bixwin.
Di dema nûjen de ji ber ku sarinc hene êdî ne ji bo dirêjkirina mejûyê bikaranînê, bo daxwazê tirşîn tên çêkirin.
Tirşînên sereke yên pêjgeha kurd
biguhêre- Tirşîna bejikê (qitî, qîtik, şarax, kilyar, omidî, acûr, tehlîşk hwd gelek binavkirinên bejikê hene)
- Tirşîna şêlimê
- Tirşîna zerdeyê
- Tirşîna têkelav (di têkelê de gizêr, fringî hwd gelek riwek hene)
- Tirşîna arûyê (xiyar, cehîk, xirtik)
- Tirşîna kelema sor
Sebze û fêkiyên sereke yên tirşînê
biguhêre- Arûf (xiyar)
- Kelem
- Firengê heşîn
- Lîmon
- Bexdenûs
- Hêliz (şêwit)
- Pelên defneyê (qarê)
- Îsot
- Bihok
- Alû (hilû, alûce)
- Sîr
- Sêv
- Gizêr
Tirşîna Îdirê navdar e. Herwiha li Amed û Rihayê jî tirşînên gelek bitehm tên xwarin.
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |