Reco
Reco | |
---|---|
Xeletiya Luayê di Modul:Nexşeya_cihan de, li ser rêza 512: Unable to find the specified location map definition: "Module:Nexşeya cihan/dane/Rojavayê Kurdistanê" does not exist. | |
Koordînat: 36°40′30″Bk 36°39′51″Rh / 36.675°Bk 36.6642°Rh | |
Welat | Rojavayê Kurdistanê |
Dewlet | Sûrî |
Parêzgeh | Heleb |
Navçe | Efrîn |
Bilindahî | 570 m (1870 ft) |
Nifûs | 4000 |
biguhêre |
Reco (yekcaran jî Raco[1], Recê, Racu, Radjou, bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Rajo; bi erebî: بلدةراجو, مركز ناحية راجو) bajarokekî li ser girekî zinarî û hewreyî ye di orta bilindiya Baylan de li Çiyayê Hawarê, beşekî bilind e ji Çiyayê Kurmênc (Kurdaxê) ye, û bi qasî 585 meteran bi ser asteya behrayê ve dikeve; ferehiya devera Reco (yanê bajarok bi 65 gund û baxçe yan Baylanên derdorê wê ve) bi qasî 352 kilometrên ciwarkuşe ye. Li Reco di roja şemiyê ji pir zû de de bazarekî mezin çêdibe, şêniyên gundên derûdora wê dihên wir, kirîn û firotanan, yanê karên bazariyên xwe li wê derê dikin. Hejmara nîştewanên Reco berve 4.000 kesan ve diçe. Di Reco re ji sala 1912 rêza trêna Berlîn-Bexdayê derbaz dibe. Gundên bi nêzîkî li dor Reco ev in: Hec Xelîl, Atmana, Maseka, Mûskê, Memila, Hopka û Banîkê.
Çavkanî
- ^ Dr. Abdulla Ghafor (2000). Kurdistan: Dabeşî kargêrî terrîtorî 1927-1997. Stockholm.
Girêdanên derve