[go: nahoru, domu]

Here naverokê

Şablon:GH

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wêneyê gotarê
Wêneyê gotarê

Çiyayên Tatrayê yan jî Rêzeçiyayên Tatrayê rêzeçiyayeke di nav sîstema Karpatên Rojavayî de ye ku sinorê xwezayî ya di navbera Slovakya û Polonyayê de çêdike. Tatra çiyayên herî bilindê Karpatanan e ku beşek ji Rêzeçiyayên Karpatanan e. Çiyayên Tatraya di navbera Slovakya û Polonyayê de ye û ji Tatrayên Jêrîn cuda ye ku Tatrayên Jêrîn çiyayeke başûrê Slovakyayê ye. Çiyayên Tatrayê qadeke bi qasî 785 kîlomêtreçargoşe rûerd vedigire ku ji vê qadê nêzîkê 610 kîlometre çargoşe (%77.7) di nav sinorê Slovakyayê de ye û bi qasî 175 kîlometreçargoşe (%22.3) rûerd jî di nav sinorê Polonyayê de ye. Xala herî bilindê Tatrayê, girê Rysy li Polonyayê ku bi bilindahiya 2.500 mêtre bilind e û li başûrê Zakopane, li ser sinorê Slovakyayê ye. Çiyayên Tatrayê niha bi çêkirina Parka Neteweyî ya Tatrayê ya Slovakyayê û bi çêkirina Parka Neteweyî ya Tatrayê ya Polonyayê ku bi hev re ketine nav Tora Cîhanî ya Rezervên Biyosferê ya UNESCOyê bi qanûnan têne parastin. (zêdetir...)