[go: nahoru, domu]

Here naverokê

Sûsika Simo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sosika Simo, yekemîn dengbêja Kurd li Sovyeta Berê bû. Di sala 1946î de derketiye ser dikê û kilam gotiye. Bi Kûlya Neftalyan re dixebitî û ne tenê li Ermenistanê, li seranserê welatê Sovyetistanê digeriya. Kûlya Neftalyan Ermenî bû û bi Sosika Simo re zewicî bû. Stran û klam Ermenistanê di Radyoya Êrîvanê de digot. Sosika Simo kilama xwe ya bi navê Lo lo Miho, nava kurdên qefqazê de navdeng bû. Sala 1945 de ev kilam got û bi dengê xwe yê zîz û zêrîn Sosika Simo bû dengbêjeke nemir nava gelê kurd de.

  • ji bo evîna hunerê dev ji karê duxtoriyê berdide.
  • Yekemîn dengbêja Kurd li Sovyeta berê bû.
  • Ji bo evîna xwe, berevajî meyla civaka xwe radibe û bi yekî Ermenî re dizewice.
  • Bi cilûberg û reqsa Kurdî navdar bû lewma jê re digotin " Gula govendê"
  • Tev mîrê bilûrê "Egîdê Cimo" xebitiye,
  • Bi rêya Radyoya Yerîvanê dengê xwe digihîne Kurdan
  • Sosika Simo sosyalîst bû, strana " Lenînê Mezin" û "Lenîn rabû em rizgar bûn" wisa raber dike.

Li dika navdar a hindikayiyan Dika Flarmonya pir caran derdikete pêşberî hezkiriyên xwe. Sosika Simo her wisa riya dengbêjî, stranbêjî û karê hunerê di nava jinên Kurdên Sovyetê de vedikir û hêz dida wan. Sosika Simo li sala 1977an de çavên xwe li dinyaya ron girtin çû ber rehma Xwedê. Dema ku mir 52 salî bû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]