[go: nahoru, domu]

Here naverokê

Veqetandek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rêziman
Navdêr (substantîv)
Lêker (verb)
Rengdêr (adjektîv)
Daçek (prepozîsyon)
Cînav (pronav)
Hoker (adverb)
Veqetandek
Jimarnav
Baneşan
Gihanek
Kitêbên rêzimanê
Zimannasî
Bêjenasî
Lîsteya zimannasan

Veqetandek an jî zêder, pirtikên rêzimanî ne ku di hin zimanên îranî de (wek farisî, kurdî, zazayî û hwd) yan zimanên di bin bandora farisî de (wek tirkiya osmanî, hindî û ûrdûyî) tên dîtin û karê wan ew e, ku peyvan bi hev re girê didin. Wek mînak, navdêr li gel rengdêrê û navdêr li gel cînavê.

Bi riya veqetandekê tiştek ji yên din ji aliyê zayend û mêjerê ve tê veqetandin, ji ber vê sedemê ji wan qertafan re veqetandek hatiye gotin. Ango di dema ravekê (îzafe) de mirov zayend û mêjera bêjeyan jî nas dike.[1]

Di kurmancî de ew veqetandek dibin du cure: yên binavkirî û yên nebinavkirî.

Veqetandekên binavkirî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

-ê, yekjimar û nêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hevalê min hat.
  • Zilamê qelew.

-a, yekjimar û mê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hevala min hat.
  • Jina qelew.

-ên, pirjimar, nêr û mê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hevalên min hatin.
  • Zilamên qelew.
  • Jinên qelew.

Veqetandekên nebinavkirî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

-ekî (-ekê), yekjimar û nêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hevalekî min hat.
  • Zilamekî qelew.

-eke (-eka), yekjimar û mê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hevaleke min hat.
  • Jineke qelew.

-ine, pirjimar, nêr û mê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hevaline min hatin.
  • Zilamên qelew.
  • Jinên qelew.

Îro her çi qas veqetandek bi gelemperî wekî qertaf derdikevin pêşberî mirov jî, ew wekî morfemên serbixwe têne pejirandin. Dema mirov baş lê dikole, mirov rasterast têkiliya wan bi cînavkên kurdî re dibîne. Dema ku ew tena serê xwe tên bikaranîn, cihê navdêrê digirin. Bo mînak, di vê gotûbêjê de:

Ev pirtûka kê ye? A (*) min e.

Di bersivê de veqetandeka a yekser cihê pirtûkê digire.

Li ser veqetandekê di pirtûka Elfabêya kurdî & Bingehên gramera kurdmancî ya Celadet Alî Bedirxan (Zêrevan, 1998) de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Celadet Alî Bedirxan jî li ser binyada veqetandekan ev nirxandin kiriye:

"Şaneka tarîxî: Gramêra frensizî dibêje ko zmanê frensizî veqentandekên xwe ji pronaveke latînî girtine.Gelo me yên xwe, ev bêjeyên hut, jı kû girtine? Li gora tedqîqatên ko heta niho min çêkirine, me jî veqetandekên xwe ji hin pronavan girtine, lê ne ji pronavine biyanî, ji pronavine xwe. Belê, veqetandekên me yên binavkirî ji pronavine me ên işarkî bi der hatine. Herwekî pêşdetir dê bête gotin, yê, ya, yên pronavine îşarkî ne û veqetandekên me ên binavkirî ji wan hatine pê. Di esl û bingehî de gava ev pronav diketin pêşiya navdêrekê û dibûn rengdêrine işarkî di yek dikete navbera wan û navdêrê. Mesela gotina Hespê Soro di eslê xwe de Hespê di Soro ye."[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Tan, Samî (2005). Rêziman û rastnivîsa zaravayê kurmancî. Weşanên EKS, Stembol.
  2. ^ Bedirxan, Celadet Alî/Amadeker: Arif Zêrevan (1998). Elfebêya Kurdî & Bingehên gramera kurdmancî. Weşanên Doz, Stembol, r.68.