[go: nahoru, domu]

Here naverokê

Efoyê Esed

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Guhartoya 15:03, 4 hezîran 2024 ya ji aliyê Balyozbot (gotûbêj | beşdarî) (Bot: Şablona {{Şitil}} bi {{Kurd-şitil}} hat guhartin; paqijiyên kozmetîk (Binê rûpelê standard kir.)) ve
(cudahî) ← Guhartoya kevintir | Guhartoya niha (cudahî) | Guhartoya nûtir → (cudahî)

Efoyê Esedê Sefo yan jî bi kurtî Efoyê Esed (jdb. 1927 − m. 1999), dengbêjekî navdar ê kurd ê Ermenistanê bû ku di 1ê kanûna paşîn a 1927an de li gundê kurdên êzdiyan Heko yê navçeya Talînê, li Ermenistanê, hatiye ser dinyayê.

Dengbêj di navbera salên 1958 û 1960î de li Radyoya Êrîvanê bû mêvan û zêdeyî 15 kilamên wî hatin tomarkirin. Stranên wî îro jî li dengxaneya Radyoyê Êrîvanê tên parastin. Efoyê Esed gelek stranên govendê, bengîtiyê û mêraniyê dizanibû û ligel dengekî şîrîn stran digotin.

Çend kilamên wî yên navdar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Berîvanê
  • Şîrîn Şêxê
  • Dotman
  • Ahmedo Ronî
  • Tu dîn î
  • Were lo, lo
  • Dayê Merûmê

Efoyê Esed salên dawî yên jiyana xwe li Rûsyayê derbaz kir û di 29ê kanûna paşîn a 1999an de çû ber dilovaniya Xwedê. Ew li nav mexberên êzdiyan li gundê Bezopasno yê navçeya Trunovskê (Stavrapol, Rûsya) hate veşartin.