[go: nahoru, domu]

Bilêvkirin

biguhêre
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî heq heq
Îzafe heqê heqên
Çemandî heqî heqan
Nîşandera çemandî heqî wan heqan
Bangkirin heqo heqino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî heqek heqin
Îzafe heqekî heqine
Çemandî heqekî heqinan
 
Terazû sembola navneteweyî ya heqî û wekheviyê ye.

heq nêr

  1. maf,mişe tişta/ê qanûnên dewletekê yan jî rêbazên navneteweyî didin ku bêt kirin
  2. nirx, biha, qîmet, giranî, destheq, miz, mize,meaş, diravê anku pareyê kesekê/î maf heye wergire
    ji ber ku xizmetek ji kesekê/î re kiriye

Ji wêjeya klasîk

biguhêre
  • Qelemê me bi du sê qetrey'ê zuhha dê çi kit
    Dê ji heq cazibeyek dil bigirit wer ne Mela
    Ji ezel ger tu hidayet nebit irşad-i çi kit
     — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Li gel wate 1:

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha soranî heq(ḧeq), farisî hq(heq), tirkî hak, hemû ji erebî hَqّ(ḥaqq), hevreha îbrî חוק(ḧoq). Ji ber ku bi berfirehî tê zanîn ku "heq" ji erebî ye, gelek kes di kurdî de peyva "maf" tercîh dikin. Lê "maf" jî ji erebî ye, binere: "maf". Bi kurdî dikare hem bi H-ya normal û hem jî bi ya wek "heft, Hesen" bê gotin ji ber ku ḧ bi gelemperî di kurmancî de alofon e, ne fonem e: hemû/ḧemû, hirç/ḧirç, hezar/ḧezar lê tenê "ḧeft, ḧenek".

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Rengdêr

biguhêre

heq

  1. mafdar, kesa/ê maf anku heq heye
    Hûn heq in giliyan li kêmasiyên me bikin.
  2. rast, dirist